1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. "Her netew bi zimanê xwe heye"
"Her netew bi zimanê xwe heye","her,netew,bi,zimanê,xwe,heye"

"Her netew bi zimanê xwe heye"

A+ A-

Koma Helbestê ya Amedê ji bo Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê panel li dar xist. Di panelê de helbestkaran bal kişandin ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê û gotin ku divê her zarok bi zimanê bikaribe perwerdeyê bibîne. 
 
Koma Helbestê ya Amedê ji bo Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li 1'emîn Şaxa Egitim Sen a Amedê panel li dar xist. Li eywana ku panel lê hat lidarxistin pankarta "Her netew bi zimanê xwe heye" hat daliqandin. Helbestkar Roza Metîna, Sultan Yaray, Îlhamî Sîdar û Azad Zal beşdarî panelê bûn. Gelek helbestkar, nivîskar û gelek kes beşdarî panelê bûn. 
 
'Divê malbat zimanê dayikê hînî zarokên xwe bike'
 
Sultan Yaray a ku di panelê de axivî got:"Dema ku em bi zimanê xwe diaxivin em bi tirsa ku zimanê me qedexe ye em diaxivin. Lê mafê her gelî heye ku bikaribe bi zimanê xwe biaxive. Divê malbat zimanê dayikê hînî zarokên xwe bike. Êrîşên li ser ziman divê gavê bi paş de nede avêtin. Kes nikare mafê ku em bi zimanê xwe biaxivin, helbestan bixwînin, stranan bêjin, çîrokan bêjin, ji destên me bigire. Bi taybet jî peywirek mezin di ve mijarê de dikeve ser milê siyasetmedarên me. Ew di rola ku civakê bi rê ve dibin de ne. Divê siyasetmedar gel teşwîqî axaftina bi zimanê dayikê bike. Ev ne tenê daxwaza me di heman demê de daxwaza civakê ye jî."
 
Piştî Sultanê Îlhamî Sîdar jî dîroka zimanê Kurdî rave kir û anî ziman ku Gelê Kurd her dem ji bo ziman, çand û hebûna xwe şer kiriye. 
 
Azad Zal jî derbarê girîngî û taybetmendiya ziman de axivî û anî ziman ku divê hemû kes bi hestekî hevpar li zimanê xwe xwedî derkeve. 
 
Roza Metîna jî da zanîn ku ne tenê di roja Zimanê Dayikê de divê her roj li ziman xwedî bê derketin û daxwaz kir ku hemû kes li zimanê xwe yê dayikê xwedî derkeve. 
 
Panel bi bersivandina pirsên beşdarvanan bi dawî bû. 

Bêjeyên Miftehî